EconomicsTop

Kêmkirina rojên nexebitî yên sersalê biryarek rast e: Paşînyan

Di rûniştina yekem a hikûmetê ya îsal de serokwezîrê Komera Ermenistanê Nîkol Paşînyan diyar kir ku kêmkirina rojên bê kar yên sersalê biryareke rast dibîne.

“Kêmkirina rojên nexebitî yên sersalê biryareke rast e û bi vê biryarê em tekez dikin ku divê di salên pêş de em zêdetir li ser encamên şênber yên xebatê bisekinin.Ev polîtîka ne demkî ye, divê em xwe bi vî şêwazê jiyanê bidin nasîn”, Paşînyan got.

Li gor Nîkol Paşînyan ev biryar bi ti awayî ji mafê bêhnvedanê yê welatiyan kêm nake, ji ber ku bi gotina serokwezîr di qanûnê de 20 rojên kar ji bo hemwelatiyên ku di betlaneyê de dixebitin û 12 rojên nexebitî hatiye diyarkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button