All NewsPoliticsTop

Tê çaverêkirin ku di meha kanûna paşin de yekemîn civîna nûnerên taybet ên Ermenî-Tirkiyê pêk were

Tê payîn ku di meha kanûna paşin de yekemîn civîna nûnerên taybet ên Ermenîstan û Tirkiyeyê pêk were. Li gorî nûçeya RIA Novosti, ev yek ji aliyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mlut Çavuşoglu ve hatiye ragihandin.

“Civîna ewil a nûnerên taybet ên ku hatine tayînkirin wê di meha kanûna paşin de bê kirin.”- Çavuşoglu li Enqereyê got.

Û wî got jî ku dê di rojên pêş de geştên asmanî yên di navbera Erîwan û Stenbolê de bêne vekirin.

Em bînin bîra xwe ku di navbera Ermenistan û Tirkiyê de ti têkiliyên dîplomatîk nînin. Di sala 2009an de li Zürichê wezîrên karên derve yên her du welatan protokolên avakirina peywendiyên dîplomatîk îmze kirin, lê ew belge nehatin pejirandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button