All NewsTop

Li Ermenîstanê çalakiya aborî di 11 mehan de ji sedî 5,2 zêde bû

Çalakiya aborî ya li Ermenîstanê di knûna paşin-çira paşin 2021’an de ji sedî 5,2 zêde bû (li gorî knûna paşin-çira paşin 2020’an). Rêjeya bazirganiyê ji sedî 7,9% zêde bû, karûbar bi 7,3%, avahîsaziyê% 6,9 zêde bû. Hilberîna pîşesaziyê ji sedî 2,7 qels bû.

Bi giştî, wekî mehên berê, dorhêla pîşesaziyê di warê diravî de li ser hesabê madeyên xav (mane), ku ji ber bilindbûna bihayê metalên cîhanî di rewşek baş de ne, zêde dibe. Mezinbûn li deverên din hîn kêmtir e.

Li gorî encamên meha cotmehê (daneyên çirîa paşin hîna ne diyar in), pîşesaziya hilberînê tenê ji sedî 0,2 mezin bû.

Tenê endeksa çalakiya aborî ya çirîa paşin  2021’an li gorî meha cotmehê ji sedî 1,4 kêm bû, li gorî çirîa paşin  2020’an jî ji sedî 13,2 zêde bû. Enflasyon di meha çirîa paşin  de ji bo 12 mehan ji sedî 9,6 bû û di navbera rêbendan-mijdarê de jî li gorî heman heyama par biha ji sedî 7,1 zêde bû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button