PoliticsTop

Serokwezîr piştî civîna Brûsêlê ji bo vekirina rêyan çareseriyekê dibîne

Bi her awayî, aliyê ermenî bêyî kontrolên gumrikê û baca gumrikê, wê ji bo Azerbaycanê rê nede. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di çarçoveya civîna çapemeniyê de ev tişt got.

“Beriya civîna Brûsêlê, min berê jî li ser rûpela xwe ya Facebookê xêzên sor yên aliyên ermenî nîşan dabûn, ev tê wê wateyê ku em ti mantiqê di korîdorê de qebûl nakin”,-xeberdana xwe de Paşînyan got û zêde kir. “aliyên ku ji bo me qebûl dikin, ji bo Azerbeycanê jî qebûl dikin. Niha em li hev kirine ku em rêyên hesinî bidin destpêkirin.”

Serokwezîr bal kişand ser wê yekê ku helwesta prensîb ya aliyê Ermenistanê di derbarê rêyan de wek xwe maye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button