PoliticsTop

Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê ji Google xwest ku navên ermenî yên Artsax ji xerîtê derxe

Wezareta Derve ya Azerbaycanê bi rêyên dîplomatîk yên fermî serî li Google da û xwest ku navên ermenî yên herêmên Qerebaxa Çiya yên di bin kontrola Bakûyê de ne bên guhartin.

Li gorî nûçeya RIA Novostî, ev yek ji aliyê Seroka Servîsa Çapemeniyê ya Wezareta Karên Derve Lêyla Abdûlah ve hat ragihandin.

Navên bajarên û herêmên Artsaxê yên di bin kontrola Azerbaycanê de niha bi zimanên azerî û ermenî di sepana Google Maps de hatine rêz kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button