PoliticsTop

Serokwezîr Nîkol Paşînyan sekreterê Giştî ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf Stansîlav Zas qebûl kir

Serokwezîr li Yêrîvanê bixêrhatina sekreterê giştî yê RPEK kir û da zanîn ku serdana wî derfeteke baş e ji bo gotûbêjkirina rewşa niha ya li herêma RPEK û herwiha ji bo kurkirina çalakiyên RPEK yên sala 2021ê. “Em ê di sala 2022’an de behsa kîjan bername û dijwariyên me bikin, em ê li ser mekanîzmayên pêşdebirina rêxistinê yên di warê rêziknameya ku derketine de biaxivin. Helbet emê behsa rewşa heyî ya li herêmê û bi giştî jî li qada berpirsyariya RPEK bikin”,-Nîkol Paşînyan wiha got û zêde kir:”Ev jî gelekî girîng e. Di vî warî de nirxandinên we jî dê balkêş be.”

Di civînê de rewşa heyî ya li qada berpirsiyariya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf, pirsgirêk û gavên ji bo derbaskirina kêşeyan û bername û tedbîrên ku di sala 2022’an de ji aliyê rêxistinê ve hatine pêşbînîkirin hatin gotûbêjkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button