SocietyTop

Derziya Pfizer wê heta dawiya salê bigihêje Ermenistanê

Di dawiya sala 2021an de vakslêdana dijî koronayê ku ji aliyê şirketa Alman Pfizer ve hatî çêkirin wê bigihêje Ermenistanê. Ji bo wê mebestê di rûniştina îro ya Hikûmeta Komera Ermenistanê de biryar hat dayîn ku 1.2 milyar dram ji bûdceya dewletê bo Wezareta Tendirustiyê were terxankirin.

Li gorî pêşnûmeya biryarê, tê plankirin ku ji bo hejmara navborî 200 hezar dozên derziya Pfizer were kirîn.

“Di Tîrmeha 2021 de, Wezareta Tenduristiyê pêvajoya wergirtina derziyê ji pargîdaniya Alman “Pfizer” da destpêkirin. Niha muzakere bi dawî bûne, peyman tê îmzekirin, tê payîn ku derziyê heta dawiya salê were îthalkirin.”,-Di pêşnûmeya biryara hikûmetê de tê gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button