PoliticsTop

Paşînyan Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Overchuk qebûl kir: li ser perspektîfên vegerandina peywendiyan li Kafkasyayê gotûbêj kirin

Serokwezîr Nîkol Paşînyan duh pêşwaziya cîgrê serokwezîrê Fêdêrasyona Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk kir.

Cîgrê serokwezîrê Komera Ermenistanê Mhêr Grîgoryan û balyozê Rûsyayê li Ermenistanê Sêrgêy Kopîrkîn beşdarî civînê bûn. Şanda navbirî ya bi serokatiya cîgirê serokwezîrê Rûsyayê di çarçoveya rûniştina komîsyona hevkariyên aborî ya navbera hikûmetên Ermenistanê û Rûsyayê de li Yêrîvanê ye.

Aliyan li ser perspektîfên vegerandina peywendiyên veguhestinê li Kafkasya Başûr, çalakiyên grûpeke xebatê ya sêalî ya bi serokatiya cîgirên serokwezîrên Ermenistan, Rûsya û Azerbaycanê, nêrînên xwe danustandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button