PoliticsTop

Di destpêkê de vekirina rêya hesinî ya ji bo Îranê di ser Naxîçevanê re tê nîqaşkirin

Cîgirê serokwezîrê Komera Ermenistanê Mhêr Grîgoryan piştî rûniştina komîsyona nav-hikûmetî ya Ermenistan-Rûsya ya li Yêrîvanê ji rojnamevanan re got ku li ser mijara vekirina rêyan li herêmê çi mijar têne gotûbêj kirin.

Koma xebatê ya ji bo rakirina blokên ragihandinê yên herêmê vekirina rêya hesinî ya Yêrasx-Horadîz bi qonax difikire.

Li ser îmkanên vekirina rêhesineke din a Îjêvan-Xazax (bakurê-rojhilatê Ermenîstanê) jî hat axaftin. Grîgoryan eşkere kir ku di vê qonaxê de projeyên realîstir têne gotûbêj kirin, ku rêjeya maqûl ya lêçûn û encaman dide.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button