TopWorld

Di salekê de 81 gotarên zanistî: UNESCO Ermenîstanê di warê stêrnasiyê de pêşeng dibîne

2021 ji gotarên astronomîkî rekorek bû. Astronomên ermenî 81 gotar di kovarên herêmî û navneteweyî de weşandine. Ji bo berhevdanê, çend sal berê ev hejmar gelek kêmtir bû, di sala 2014 de – 26, di 2015 – 17.

Rêvebirê Çavdêrxaneya Byurakan Arêg Mîkayêlyan dibêje ku ji sedî 30ê stêrnasên ermenî ciwan in, li gorî stêrnasan ev hejmar ji bo pêşketina zanistê gelek ferz e. Mîkayêlyan nîşaneyên databasa navneteweyî ya “Simago” pêşkêş dike. Ew nîşaneyên 200 welatan di warên cuda de pêşkêş dike. Li gorî wê Ermenîstan di lîsteya fîzîk û stêrnasiyê de di rêza 60 de, di lîsteya stêrnasiyê de jî di rêza 41 de ye. Ev nîşana pir teşwîq dike, lê ji sala 1996an kêmtir e, ku Ermenistan di heman waran de di rêza 45 û 30 de bû.

Sala borî Çavdêrxaneya Byurakan bi 23 welatan re hevkarî kiribû û gelek proje bi cih anîn. Li gorî derhêner, epîdemî ne tenê asteng nekir, lê berevajî vê, bandor bu li ser nivîsandina gotarên zanistî de, avakirina girêdanên li ser platforma serhêl, amadekirina raporên zanistî kir, ku bi awayê, Ermenistan li cîhanê pêşeng e absolute.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button