All NewsTop

Serokên Êzdiyan bang li cîhanê dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire

Siyasetmedarê êzdî Mêrvan Bedel ji aliyê Tirkiyê ve hat kuştin, Tirkiyê tola têkçûna Dewleta Îslamî li Şingalê hilanî. Ev tişt ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Xweser a Herêmê Rîhem Hessen ve ji Morning Star- re got.

Wî Tirkiye bi berdewamiya doza cîhadî tawanbar kir û rexne li civaka navdewletî kir ku li hember hewldaneke din a qirkirina Êzdiyan bêdeng dimîne.

Bedel dema ku erebeya ku bi du zarokên biçûk re tê de bû, li nêzî dibistaneke Şengalê hat topbarankirin, jiyana xwe ji dest da. Medyaya Tirkiyê bi îdiaya ku ew fermandarê leşkerî yê Hêzên Berxwedana Şengalê (YBŞ) e, hewl da teqînê rewa nîşan bide, lê havînê dema ku weke hevserokê rêveberiya xweser hat hilbijartin, dev ji wê erkê berda.

Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Şengalê zêde kiriye, ku tê tohmetbarkirin bi gelek sûcên şer û astengkirina vegera bi hezaran êzdiyên koçber.

Fermandarê YBŞ’ê Seyîd Hesen di meha Tebaxê de dema ku ji bo bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Hadîmî re hevdîtinê pêk bîne diçû hatibû qetilkirin. Çend roj şûnda, 8 kes ku 4 jê bijîşk bûn, di encama lêdana firokeyeke Tirk li nexweşxaneyeke Şengalê de, hatin kuştin.

Tevî vê yekê Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî bêdeng in û Hessen got ku ew wan dike hevparê qirkirina Tirkiyeyê.

“Çima kesên weke Merwan Bedel, Seyîd Hesen û Zerdest Şengalî dibin hedefa dewleta Tirk? “Helbet ev tolhildana IP’yê ye.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button