All NewsTop

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv Stanîslav Zas 21-23 kanûna pêşin serdana Ermenistanê bike

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf Stanîslav Zas dê di 21-23 kanûna pêşin de serdana Ermenistanê bike û bi serokatiya payebilind a leşkerî-siyasî ya welêt re bicive û rewşa di warê berpirsiyariya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de gotûbêj bike. Di vê derbarê de sekreteriya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf ji “Armenpress”ê re ragihand.

Di serdanê de tê plankirin ku bi Serokê Konseya Ewlehiya Kolektîf a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf, Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re hevdîtinekê pêk bîne. Sekreterê Giştî yê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf dê ji bo pejirandinê pêşnûmeya biryarên Civîna Konseya Ewlekariya Kolektîf a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf ya Îlona 2021an û pêkanîna bernameya tedbîrên ji bo cîbicîkirina pêşengên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf di dema serokatiya Komara Ermenistanê de pêşkêşî wê bike.

Tê payîn ku Stanislav Zas bi Wezîrê Karên Derve Ararat Mîrzoyan, Wezîrê Parastinê Sûrên Papîkyan û Sekreterê Konseya Ewlekariyê Armên Grîgoryan re hevdîtinan pêk bîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button