All NewsCultureTop

Civata Ruhaniya Êzdiyan ya Gurcistanê ji ber çalakiyên xwe yên netewî di 4 civaka Êzdiyan de xelat dan

Civata Ruhaniya Êzdiyan ya Gurcistanê hersal navê Emekdar dide merivêd kîjan jî ked û emek didin bo pêşketina miletê me aliyê ruhî û kûltûrda. Îsal Civata meye ruhanî çar ciwamêrêd civaka me xelat kirin: Davîd Bedoyî, Têmûr Bêmalyan, Artûr Şemoêv û Mîrza Namoêv.

Ev yek li ser rûpela Facebookê ya Civata Ruhaniya Êzdiyan ya Gurcistanê hatiye ragihandin.

Em gelek ji wan razîne û serketinê bona wan dixwazin. Em hîvî dikin, ku kirinêd wan wê bibin nimûneke baş bo gelekan û bibe alîkar bona qayîm kirina êzdîtiyê û pirrengiya welatê me.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button