PoliticsTop

Li Brûsêlê biryara çêkirina rêya hesinî hat erêkirin: Ermenistan wê bi Îran û Rûsyayê re bê girêdan

Serokwezîrê Komera Ermenistanê Nîkol Paşînyan di civîna îro ya hikûmetê de got, biryara avakirina rêya hesinî ya Yêrasx-Cûlfa-Ordûbat-Mêxrî-Horadîz di civîna serokên Ermenîstan û Azerbeycanê de li Brûsêlê hat erêkirin.

“Ez dixwazim bi bîr bînim ku ev rêkeftin di encama gotûbêjên koma xebatê ya sêalî ya Ermenistan-Rûsya-Azerbaycanê ya ji bo vekirina peywendiyên herêmî bi serokatiya cîgirên serokwezîrên her sê welatan pêk hat. Paşînyan got: “Ev peyman di 26’ê çirya paşin de li Soçiyê bi navbeynkariya serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û di hevdîtina serok Şarle Mîşêl re hemû hatin qeydkirin”.

Wî tekez kir ku rêyên hesinî dê li gorî gumrik û rêgezên sînorî yên ku di asta navdewletî de hatine pejirandin, li ser bingehek dualî, di bin serwerî û dadweriya welatan de kar bike. Ermenistan bi rêya vê rêhesinê dê derbasî Îran û Rûsyayê bibe, Azerbaycan jî dê derbasî Komara Xweser a Naxîçevan bibe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button