PoliticsTop

Yekîtiya Ewropayê wê mîsyona pispor / grûpek şêwirmendî peyda bike da ku di mijarên xêzkirin û veqetandinê de bibe alîkar

Serok Alîyêv û serokwezîr Paşînyan difikirin ku di çarçoveya danûstandinên li ser diyarkirina sînorên dewletê yên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, ji bo ku di pratîkê de alozî were kêmkirin, ji bo ku atmosferek xweş ji bo herêmê bê peydakirin, divê gavên din yên berbiçav werin avêtin. Di daxuyaniya serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl de piştî civîna sêalî ya Paşînyan-Mîşel-Alîyêv a li Brûsêlê hat kirin.

Di daxuyaniyê de bi taybetî  tê gotin:

Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl pêşwaziya serokomarê Komara Azerbaycanê Îlham Alîyêv û Serokwezîrê Komera Ermenistanê Nîkol Paşînyan kir û rewşa niha ya li Kafkasya Başûr û rêyên pêşdebirina têkiliyên Yekîtiya Ewropayê bi du welatan.

Serok Mîşêl ji lîderan re piştrast kir ku Yekîtiya Ewropî pabend e ku ji nêz ve bi Ermenistan û Azerbaycanê re ji bo çareserkirina nakokiyan, avakirina hevkariyê û avakirina atmosferek aştiya mayînde li herêmê, ku di dawiyê de di peymanek aşitiyê ya berfireh de were bicîh kirin, kar bike. Armanca hevpar a her sê serokan avakirina Kafkasyaya Başûr ya bi ewle, bi îstîqrar û dewlemend e ji bo berjewendiya hemû gelên herêmê.

Serokwezîr Paşînyan û serokkomer Alîyêv ser dubare kirin pabendbûnan ku daxûyanîyên  9ê çirya paşin 2020  û 11ê Çileya 2021ê de hatine dayîn, û hev fêmkirina 26’ê çirya paşin  li Soçiyê wê wekî bingeh werin girtin. Serok Mîşêl pesna gavên her du rêberan da ji bo sivikkirina rageşiyê piştî pevçûnên çekdarî yên vê dawiyê li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê. Bi taybetî, bi serketî damezrandina peywendiyên rasterast di navbera wezîrên parastinê yên her du welatan de bi piştgiriya serok Mîşêl hate tomar kirin. Ev mekanîzma dikare pêşî li bûyerên paşerojê bigire û bi rastî bi alîkariya kêmkirina aloziyan bandorek erênî hebe. Serok Mîşêl herwiha bal kişand ser girîngiya vegerandina binesaziya ragihandinê li Kafkasya Başûr bi giştî û di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de bi taybetî li ser bingeha rêzgirtina tam ji serweriya hemî welatan. Biryar hat dayîn ku li ser esasê hevdû bi rêyên guncaw ên kontrolkirina sînor û gumrikê dest bi vegerandina rêyên hesinî bê kirin. YE amade ye ku li gorî Bernameya Aborî û Veberhênanê piştgirî bide pêşxistina kanalan. Platforma şêwirmendiya aborî ya pêşniyarkirî jî dikare piştgiriyê bide vê pêvajoyê”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button