
Parêzvanê Mafên Mirovan yê Komera Ermenistanê Arman Tatoyan derbarê binpêkirina mafên welatiyên Ermenîstanê yên li sînorê Ermenîstanê bi kiryarên hêzên çekdar yên Azerbaycanê, raporek taybet ji Serokê Giştî yê OSCE re ji Hevserokên Koma Mînskê re şand.
“Di belgeyê de rastî û mînakên şênber tê dîtin ku kiryarên hêzên çekdar ên Azerbaycanê, rêxistina bi zanetî ya rayedarên Azerbaycanê, binpêkirina mafên gelên li Gêxûrkûnîk û Syunikê, li navçeyên sînorî yên welatê me, binpêkirina ewlehî û jiyana asayî ye.