PoliticsTop

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl li Brûsêlê xeberdanek taybet kirin

Serokwezîr Nikol Paşînyan ku ji bo serdaneke xebatê li Brûsêlê ye, bi Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl re axivî.

Serokwezîrê Ermenîstanê spasiya Şarl Mîşêl kir ji ber hewldanên berdewam ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku ji ber şerê 44 rojan afirandiye.

Di hevdîtinê de bal hat kişandin ser hevdîtina sêalî ya Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl û serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîîêv ku ji bo berdewamkirin û xurtkirina diyalogê îro pêk were. Aliyan hêviya xwe ji bo danûstandinên bi bandor anîn ziman, ku wê bibe alîkar ji bo aramî û çareseriyeke berfireh a pirsê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button