
Serokên Rûsya û Fransayê Vladimîr Pûtîn û Emanûêl Makron di pêwendiyeke telefonî de li ser çareseriya pirsgirêka Qerebaxê axivîn.
Li gorî malpera fermî ya Kremlînê, Pûtîn û Makron li ser encamên sereke yên civîna sêalî ya navbera Rûsya, Ermenistan û rêberên Azerbaycanê ku di 26ê çirya paşin de li Soçiyê pêk hat, agahdar kir.
Pûtîn got ku li herêmê ji bo parastina agirbestê, vegerandina penaberan, vegerandina têkiliyên bazirganî û aborî û veguhestinê tedbîrên çawa têne girtin.