All NewsPoliticsTop

Nîkol Paşînyan bi serdaneke xebatê çû Brûsêlê

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi serdaneke xebatê ya 2 rojan çû Brûsêlê.

Nîkol Paşînyan dê beşdarî şeşemîn Lûtkeya Hevbendiya Rojhilat li Brûsêlê bibe. Di çarçoveya çalakiyê de, hevdîtinên dualî yên Serokwezîrê Ermenîstanê bi hevkarên Ewropayê re tên plankirin.

Serokwezîr her wiha dê bi Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl re jî hevdîtineke taybet bike.

Civîna sêalî ya Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl û Serokomarê Komara Azerbaycanê Îlham Alîêv li Brûsêlê tê plankirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button