All NewsTopWorld

Namzedê Serokkomariya Fransayê Êrîk Zêmûr wê serdana Ermenîstanê bike

Ajansa nûçeyan a REGNUM li ser zarê BFM TV radigihîne ku namzedê serokomariya Fransayê Êrîk Zêmûr dê yekem serdana xwe ya beriya hilbijartinê bike Ermenistanê.

Êrîk Zêmûr, wekî namzetê serokkomariyê, Ermenistana “hevalê berê yê Fransayê” ji bo serdana xwe ya yekemîn a derve hilbijart. Serdan dê ji 11 heta 14ê Kanûna Pêşîn a 2021ê pêk were.

Namzeta din a Serokkomariya Fransayê Valêrîe Pêkrês jî beriya Noelê serdana Ermenîstanê dike. Li gorî anketa koma lêkolînê ya Fransî BVA, namzeta Komarî  Valêrîe Pêkrês dê 17% dengan bi dest bixe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button