
Hikûmetê di rûniştina xwe ya 9’ê kanûnê de biryara avakirina Şîrketa Hevpar a Girtî ya “Hay-Almast” da.
Di hincetkirina pêşnûmeya biryarê de tê gotin ku şirketa ku nû hatiye damezrandin wê bi şîrketên almasê yên ku li axa Ermenîstanê kar dikin girêbestan îmze bike, li gorî vê yekê van şîrketan serîlêdanan pêşkêşî “Hay-Almast”ê dikin, ku li ser vê yekê ya dawîn ligel nûnerên şirketan, li şirketa “Alrosa” vekolîna madeya xam organîze dike.
Di hinceta biryarê de wiha hat gotin: “Ji bo lêçûnên Şirketê û ji bo bidestxistina qazanca herî kêm, ji bo karûbarê navbeynkariyê ya ku ji pargîdaniyên almas re tê pêşkêş kirin wê mîqdarek komîsyonek were xerckirin, ku wê ji hêla Civata Giştî ya Şirketê ve were pejirandin”.