Di pêşbirka strana “Junior Eurovision-2021” de nûnera Ermenîstanê yekem cî ji alîye dengdana serhêlê standiye. Malena 3367 xal sitandîye. Di rêza duyemîn de nûnera Gurcistanê bi 2830 xalan û di rêza sêyem de jî nûnera Fransa ya bi 2357 xalan cih digire.
Malena 14-salî ê, di sala 2020-an de nûnera Ermenistanê ya “Junior Eurovision” bû, lê ji ber qanûna leşkerî ya li welêt hat ragihandin, Kanala Yekem neçar ma ku beşdarbûna Ermenistanê ya di pêşbirka navneteweyî de betal bike.