TopWorld

Li Şengalê bîrdariya keça Êzidî Jîlan hate danîn

Bîrdariya keça êzidî Jîlan Barcas a ku di sala 2014’an de ji bo nekeve destê terorîstên DAIŞ’ê xwe kuştibû, li Şengalê hate danîn.Vekirina çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Êzidiyan a sala 2014 an destpê kir.

Di merasîma vekirina abîdeyê de nûnerên meleyên Êzidiyan û şaredarê herêma Şengalê axaftin hatin kirin. Merasîm bi mûzîka olî pêk hat.

Peykerê Jîlan bi pirtûkek di destê wî yê rastê de, ku sembola perwerde û zanistê ye ji bo pêşketina jiyana civakî, û di destê çepê yê keçê de jî gul heye, peykersaz jî birîneke xwînrêj li ser milê çepê yê keçikê nîşan daye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button