TopWorld

Kûştina Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Şekir Xwedêda bê bersiv namîne. YBŞ

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) li ser êrîşa dawî ya li ser Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê de YBŞ’ê diyar ku wê têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin û destnîşan kir ku “Ev êriş ji aliyê MÎT û Parastin û komên hevkar-xiyanetkar ên ji bo MÎT-Parastinê dixebitin hatiye kirin. Em vê yekê baş dizanin. Em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî wan bidomînin, em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe, em ê di şopa şehîdên xwe de xeyalên wan ên nîvçe mayî pêk bînin .”

Her wiha divê gelê me û gelê Şingalê li dijî hevkariya dijmin bibin yek, li derdora fikir û rihekî bibin yek. Li hemberî van êrişan gelê me encex bi yekîtiyê dikare li ber xwe bide. Her wiha divê ji her demê bêhtir gelê me tevlî têkoşîna rêxistina xwe ya cewherî bin.

Ev êrişên dewleta Tirk a faşîst ne tenê li dijî Êzidiyan, gelê Şingalê ye. Ev bi her awayî gavên ji bo dagirkirina Iraqê ne. Ji bo vê jî divê Hikûmeta Federal a Iraqê û dewleta Iraqê li hemberî van êrişên dewleta Tirk a faşîst bêdeng nemînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button