PoliticsTop

Ermenistan wê bişopîne ku Azerbaycan biryarên Dadgeha Neteweyên Yekbûyî bicîh bîne: Wezareta Derve

Wezareta Karên Derve ya Komera Ermenîstanê der barê biryarên ku ji alîyê Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatine weşandin de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de tê gotin:“Di 7’ê Kanûnê de Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê sepandina tedbîrên lezgîn ên Ermenîstanê li dijî Azerbeycanê yên di çarçoveya Peymana Navnetewî ya Têkoşîna her cure Ccûdahiya nijadî de biryar da.

Ev biryar teqez pejirandina gelek argumanên sereke yên ku ji aliyê Ermenîstanê ve hatine pêşkêş kirin, erêkirina helwestên me li pêşberî dadgehê.

Ermenîstanê di banga xwe ya lezgîn de delîlên berdewamkirina siyaseta Azerbaycanê ya kuştinên bi nijadperestî, îşkencekirin û muameleya xerab ya li hember girtiyên ermenî yên şer, û hem jî nefreta nijadî ya ji Ermeniyan û tunekirina mîrata çandî ya ermeniyan pêşkêş kir”,-tê gotin daxûyanîya Wezereta Derva ya Komera Ermenistanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button