All NewsTop

Serbest berdana tavilê ya hêsîr ên ermenî girîng e. Karên Andrêasyan bi nûnerên Konseya Ewropayê re hevdîtin kir

Wezîrê Dadê Karên Andrêasyan îro pêşwaziya nûnerên Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê kir.

Wezîr beriya her tiştî amaje bi mijara azadkirina tavilê ya girtiyên ermenî yên li Azerbaycanê kirin. Andrêasyan bal kişand ser girîngiya pêkanîna biryarên AÎHM’ê yên li dijî Azerbeycanê, ku behsa kesên di şerê 44 rojan de dîl hatine girtin û hê jî li Azerbeycanê tên girtin.

Seroka Buroya Yêrêvanê ya YE jî bernameyên di warê parastina mafên mirovan de bi taybetî di warê têkoşîna li dijî tundiya nav malê de bi kar anî. Endamên şandê ji ber hevkariyê spasiya wezîr kirin û amadeyiya xwe ji bo kûrkirina hevkariyê nîşan dan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button