
Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Mêlanîe Jolî piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê ermenî Ararat Mîrzoyan re, li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya Twitterê de nivîsî.
Jolî got: “Min bi hevtayê xwe yê ermenî yê di Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewropayê de hevdîtin kir, hevgiriya Kanadayê bi gelê Ermenî re diyar kir û dupat kir ku Kanada ji ber şer û pevçûnên li ser sînorê Ermenistan û Azerbeycanê ku di encamê de leşkerên Ermenî hatin kuştin, bi fikar e.”