All NewsTop

Di navbera Ermenistan û Lîtvanya de bernameya hevkariya leşkerî ya dualî ya 2022an hat îmzekirin

Di 2ê Kanûnê de, li kompleksa îdarî ya Wezareta Parastinê ya Komara Ermenîstanê , li ser plansazkirina hevkariyên dualî yên Ermenî-Lîtvanî di warê parastinê de şêwir hatin kirin, ku tê de heyetên bi serokatiya serokê daîreya siyaseta parastinê û hevkariya navneteweyî ya Komara Ermenîstanê Lêvon Ayvazyan û serokê daîreya têkilî û operasyonên navneteweyî ya wezareta parastina neteweyî ya Lîtvanyayê Andrîûs Pûrvanêtskasî.

Di hevdîtinan de mijarên ewlekariya herêmê, geşepêdana navneteweyî û hevkariya di navbera wezaretên parastinê yên Ermenîstan û Lîtvanyayê de hatin gotûbêjkirin. Lêvon Ayvazyan rewşa li ser sînorên Ermenîstanê, nêzîkatiyên Ermenîstanê yên ji bo kêmkirina rageşiyê gavên pêwîst pêşkêş kirin.

Beşdarên civînê encamên xebatên salên borî yên di çarçoveya hevkariyên dualî de hatine kirin, bi kurtî li ser îmkanên pêşxistina hevkariyê gotûbêj kirin. Li ser esasê peymanên ku hatin kirin, Plana Hevkariya Leşkerî ya Dualî ya di navbera Ermenistan û Lîtvanyayê ya sala 2022an de hat îmzekirin, ku tê de 71 çalakî li Ermenîstan û Lîtvanyayê tên lidarxistin. Bûyer bi pevguhertina ezmûnan di warên berjewendiya hevûdu de, perwerdehî, bijîşkiya leşkerî, şêwirên leşkerî-siyasî ve girêdayî ne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button