PoliticsTop

Cîgirê serokwezîr Mhêr Grîgoryan balyozê Fransa qebûl kir

Cîgirê serokwezîr bi xêrhatina balyozê kir û destnîşan kir ku peywendiyên bi Fransayê re her tim ji bo Ermenîstanê xwedî girîngiyeke taybet in. Mhêr Grîgoryan bi firsenda hevdîtinê, careke din desteka Fransa ji Ermenîstanê re di hemû rojên dijwar de nirxand.

Balyozê Fransa tekez kir ku ewê hemû hewlên xwe bidin ji bo zêdetir kûrkirin û berfirehkirina pêwendiyên Ermenî-Fransî.

Di hevdîtinê de li ser rê û rêbazên hevkariyê yên di navbera her du welatan de gotûbêj hatin kirin. Di vê çarçovê de cîgirê serokwezîr çendîn warên hevkariyê yên sereke yên weke pêşxistina jêrxaneyan, sektora avê, teknolojiya zanyariyan pêşkêş kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button