PoliticsTop

Binpêkirina mafên bingehîn ên ermeniyan ji aliyê Azerbaycanê ve sîstematîk e

Serokê Azerbaycanê Îlham Alîêv di 26ê çirya paşin de, di çarçoveya hevdîtina sêalî ya serokwezîrê Komera Ermenistanê Nîkol Paşînyan bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re, kuştina sivîlan ji aliyê hêzên çekdar ên Azerbaycanê ve weke “bûyer en taybet” bi nav kir. Li ser vê yekê Parêzvanê Mafê Mirovan ya Komera Artsaxê Gêxam Stêpanyan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye tekez kirin ku ew gotinen serokomarê Azerbaycanê cêribandina veşartina binpêkirinina mafên bingehîn yên ermeniyan ya sîstematîk e ji aliyê Azerbaycanê ve. Ev kirin jî nîşaneke din ya siyaseta ku di deh salên dawî de hatiye meşandin ji alîyê Azarbaycanê.

Piştî îmzekirina daxuyaniya sêalî, êrîşên hêzên çekdar ên Azerbaycanê li ser Ermeniyan, di 9ê çirya pêŝin 2021an de li nêzîkî bajarê Martakertê, cotkarekî li traktora xwe de hat kuştin û di 8ê çirya paŝin de jî sivîlek li nêzîkî bajarokê Şûşî hat kuştin. Bi qestî bûn û wek berdewamiya siyaseta Azerbeycanê ya çewsandina Ermeniyan hatin kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button