PoliticsTop

Azerbaycan siyaseta dij-ermenî li seranserê cîhanê çalak didomîne

Parêzvanê Mafên Mirovan ê Komera Ermenistanê Arman Tatoyan li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsî: Sîyaseta Azerbaycanê ya dij-ermenîya, dijminatiya li dijî ermeniyên li çar aliyê cîhanê çalak dike. Li gorî wî, nefreta ermeniyan ku ji aliyê rayedarên Azerbaycanê ve tê sponserkirin, sîyaseteke armanckirî ye ku di cîhanê de dijminatiya her du gelan bike.

“Di 19’ê çirya paşin de, li San Fransîsko, bi Komîteya Ermenî ya Neteweyî ya Amerîkayê û parêzerê Ermenî yê navdar li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Garo Xazarîan re, ez çûm serdana Dêra Lûsavoriçê pîros ku par ji aliyê komên sûcdar ên Azerbaycanê ve hatibû êrîş kirin.

Bi taybetî dêr di sala 2020an de hat şewitandin, di meha Îlonê de. Di meha tîrmehê de dibistan bi gotinên kîn û dijminatiya Azerbeycanê ya li dijî ermeniyan li ser dîwaran hatibû xerakirin.

Piştî wê, di sala 2020 de, di 21ê Îlonê de, wan li dibistanê gulebaran kirin. Wekî din, dibistan ji bo zarokan ji zarokxanê heya pola 8emîn e”,-di nivîsara Tatoyan de tê gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button