
Di rûniştina 41emîn a Konferansa Giştî ya UNESCOyê de ku di 23ê çirya paşin de li Parîsê pêk tê, 850 saliya wefata rûhane Nêrsês Şnorhalî , 100 saliya damezrandina Navenda Sînemaya Neteweyî ya Ermenîstanê di salnameya salvegerên kesên navdar û bûyerên girîng ên 2022-2023 de cîh digire. Wezareta Derve ya Komera Ermenistanê radigihîne.
Serlêdana ji bo 850. salvegera wefata rûhane Nêrsês Şnorhalî ji aliyê Qibris, Îtalya, Yûnanîstan û Komara Erebî ya Sûriyeyê û ji bo 100 salîya salvegera Navenda Sînemaya Neteweyî ya Ermenîstanê jî ji aliyê Fransa, Federasyona Rûsyayê û Gurcistanê ve hat piştgirîkirin.