PoliticsTop

Di navbera Meclîsa Neteweyî ya Komera Ermenistanê û Senatoya Fransayê de peymana hevkariyê hat îmzekirin

Di 23’ê çirya paşin de heyeta bi serokatiya Serokê Meclîsa Netewî Alên Sîmonyan ku ji bo serdaneke xebatê li Parîsê ye, ji aliyê serokê Senatoya Fransa Jêrard Larşêr ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, ji aliyê Daîreya Têkiliyên Giştî û Ragihandinê ya Meclisa Neteweyî ya Komara Ermenistanê ve Alên Sîmonyan   ji bo beşdarbûna konferansa bi navê “Ermenistan di salekê de” spasiya Jêrard Larşêr kir. Serokê Senatoya Fransayê ji ber qebûlkirina vê vexwendinê spas kir û da zanîn ku ew rewşa Ermenistanê ji nêz ve dişopînin û geşedanên piştî şer baş dizanin

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button