PoliticsTop

R’eqema hêsîrbirîyê 16-ê meha çirîa paþin dikare diha mezinve: Heqp’arêz

Angorî salixê  r’esmî- pey 16-ê meha çirîa paþinr’a 13 hêsîrbirî û 24 qölixçîyê e’skerîyêye bêserûberat’e indabûyî hene. Lê, qewlî Sîranûþ Sahakyana heqp’arêzva, ya kö MHMA-da wek’îltîyê k’ara hêsîrê ermenîye e’skerîyê dike, îzbatî hene, wekî r’eqema kesê hêsîrbirî dinihîje weke 30-î.

“Angorî salixê ber destê me heyî- hêsîrbirin weke sî kesê hêsîrbirîva  tê girêdanê. Yanî- 12 yan 13 r’eqema dörist nîne, û idî îzbatîyê me hene, ij qölixçîyê e’skerîyêy, ê kö h’esavdivin ê bêser û berat’e indabûyî, gelek r’astîyê hima ê hêsîrbirîne, û vê gavê Adrbêcagnêda têne xweykirinê”.

MHMA-da vê gavê bi h’îmê xweykirina heqê e’mir 60 þöxölî zêdetir têne e’ne’nekirinê. Sîranûþ Sahakyan dide k’ivþê, wekî pêvajoya hiqûqîyê t’ev  nivîsxana wek’îlê MHMA-da ösûldikin- bi meremê înk’arkirina wek’ilandina.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button