PoliticsTop

Syûnîkê tu niştecihekî ku di bin blokadayê de ne, tune. Paşînyan

Li herêma Syûnîkê tu niştecihekî ku di bin blokadayê de ne û ji şert û mercên jiyanê qut bûye tune. Serokwezîrê Komera Ermenistanê Nîkol Paşînyan di rûniştina îro ya hikûmetê de daxuyanî da û got ku her tim hewargazîyên wiha di çapemeniyê de derdikevin.

Wezîrê Îdareya Herêmî û Binesaziyê Gnêl Sanosyan daxuyaniya Serokwezîr piştrast kir: “”Belê, tune. Herdu rêyên Vorotan, Şûrnûx û Parsavan hene. Zehmetiya sereke bi gundên başûrê Çakatên ve girêdayî ye. Di nava 2-3 rojên pêş de dema ku em beşa Gêxanûş-Çakatên asfalt bikin, dê zêdetir bigihêjin wan”,-wezîr anî ziman.

Ji 10 kîlometirên rêya bejahî ya Vorotan-Xot 5 kîlometroyan ne asfaltkirî ye, lê li gor Sanosyan bingeh amade ye, dikarin pê re bimeşin, 5 kîlometrên din jî tên başkirin û asfaltkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button