PoliticsTop

Rola dîplomasiya Rûsyayê di çareserkirina pirsgirêkên navbera Ermenistan û Azerbaycanê de zêde dibe. Pûtîn

Şer û pevçûnên vê dawiyê yên li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê nîşan didin ku hîn rewşa herêmê aram nebûye û rola dîplomasiya Rûsiyê jî di çareserkirina pêşerojê de zêde dibe. Ev yek îro ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve hat ragihandin.

Wî bi bîr xist ku salek berê bi hewldanên navbeynkariya aktîf ên Rûsyayê, şerê li Qerebaxê hat seknandin.

“Lê belê şer û pevçûnên vê dawiyê yên li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê nîşan da ku heta niha rewş li vê herêmê aram nebûye. Hewldanên hêzên aştîparêz ên Rûsyayê wekî garantorê agirbestê û ewlehiya gelê sivîl rolek girîng di dabînkirina aramiyê de dilîze”,- got Pûtîn di civîna Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de .

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button