Bi salixê komîtêa silistîkirinêye meha çirîa pêþin, þer’ê 44-r’ojêda 3788 kes hatne köþtinê, ij k’îjana 76- kesê bajar’vanîyê, cîyê 222 qölixçîyê e’skerîyê û 21 kesê bajarxvanîyê e’yan nîne. Derheqa vê yekêda CM-êda Narêk Mkrtçyanê wezîrê Xevatê û pirsê sosîalîyê e’lamkir.
“Hindava Adrbêcanêda hejmara hêsîrê e’skerîyê û kesê bajar’vanîyêye dîlbirîye hêsîrtîyêdaye t’omerî 40-e, ij k’îjana 3 kesê bajar’vanîyêne. H’etanî îro hindava Adrbêcanêda 114 qölixçîyê e’skerîyê û kesê bajar’vanîyêye hêsîrbirî t’esmîlî Ermenîstanê bûne”,- wezîr da k’ivþê.
Þer’ê 44-r’ojêda 7888 kesa qencbûna stasîonar stendine, seva 1464 kesa seqetî hatîye têr’adîtinê. Ij wana 113 seqetê k’oma pêþinin, 390- döda, û 961- sisya.