
Bi biryarnameya Serokomarê Ermenîstanê Arşak Karapêtyan ji wezîfeya Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê hat dûrxistin.
Bi biryarnameyeke din a Serokomariyê Sûren Papîkyan ji wezîfeya cîgirê serokwezîr hat betalkirin û wek Wezîrê Parastinê hat wezîfedarkirin.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, biryarname li ser malpera fermî ya Serokomariyê hat weşandin.