EconomicsTop

Pêvajoya zevtkirina e’rdê ÿzdîyê fêrmêre li Îraqê t’ecdîdbû

Binelîyê e’rebe ij qezayê Îraqêye ce’nûbê, bi piþtgirîya qewatê bêqezîabûnê careke din ce’dandin li neh’îya Dihokê e’rdê ÿzdîyê fêrmêr li qeza Îraqêye ce’nûbêye h’öcetê zevtkin.

          R’êjîma firqa îraqîye berêye “Baas”-êye bi serk’arîya Sadam H’öseyn salê 1980-î goveka e’rebkirinêda  bi h’ezara malê e’reba ij  Îraqa ce’nûbê cîgöhêzî warê ÿzdîyê kêmjimare jîyînê kir. Pey sala 2003-a azakirina Îraqêr’a malê e’reba t’ezmînkirin stend û paþda veger’yane cî û misk’enê xwe. Lê pey qewmandinê sala 2017-ar’a, çaxê neh’îyê h’öcetê k’etne bin qolê ordîya îraqî û r’ezedilvanê mêlîranîye “Haþd aþ-Þabî”-ê, e’reba cêr’ibandinê zevtkirina fêrmêrê ÿzdîyaye dîsa van t’opraxada t’ecdîdkir.

          Van r’oja wexta cêr’ibandina zevtkirina e’rd, wekî ê ÿzdîyaye, binelîyê cî, malê e’rebar’a k’etine de’w û dozê, nehiþtin ew e’rdê xelqê bimeh’înin. Hine göndê dinêda malê e’rebaye nee’slî destbi bêcerkirina ÿzdîyê fêrmêr kirin.

          Vê yekêva girêdayî t’eþkîletê ÿzdîyaye bi heqê mêrriv e’lamkirin, wekî malê e’reba têne gönda, hine t’emesûkê derheqa heqê xweyî ser wan xwelîya t’emsîldikin, wekî ê binelîyê cîye ÿzdîye.

          Hersal wexta bêcerkirinê, ev meriv paþda tên û seva ÿzdîyê fêrmêr pirsgirêka  die’frînin.

       

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button