All NewsCultureTop

Fîlmên Artavazd Pêlêşyan ” Natûrê ” û fîlmên din dê di festîvala herî bi prestîj a fîlmên belgefîlman IDFA de bên nîşandan

Promîyera Ewropî ya fîlma Artavazd Pêlêşyan a bi navê ” Natûrê ” ya “Essayîstê Vîsûel yê Ermenî yê Efsanewî” dê di festîvala herî bi prestîj a belgefîlman a cîhanê IDFA de ku dê di navbera 17-28’ê çirya paşin de li Amstêrdamê bê lidarxistin, pêk were.

“Armenpress” li ser malpera kinoashkharh.am radigihîne ku seroka festîvalê Orva Nîrabîa dîyar kir ku îsal festîval dê pesnê Pêlêşyan bide jiber keda wî ya giranbûha bo sînemayê.

Ji bilî promîyera fîlma Pêlêşyan a bi navê “Natûrê”, dê pêşandana paşverû ya belgefîlmên berê yên masterê jî were lidarxistin.

Pêşandana cîhanî ya fîlma Artavazd Pêlêşyan  ya bi navê “Natûrê ” li Festîvala Fîlman a New Yorkê (59) pêk hat. Kampanyaya Festîvala Fîlman a “Natûrê ” û serkeftina navneteweyî dewam dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button