Li gundê Xaçîikê yê herêma Vayots Dzorê camên traktoreke niştecihan ku xebatên axê dikir, ji ber guleyên hedefên Azerbaycanê şikestin. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, xebatkarên Berevaniya Mafên Mirovan a Ermenîstanê radigihînin ku Berevaniya Mafên Mirovan li ser wê yekê hişyarî daye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku guleyên Azêrîyan li gundê Xaçîkê yê navçeya Arênîyê hatiye armanckirin û di encamê de camên pişt û kêlekê yên traktoreke sivîl a ku xebatên axê dimeşîne, hatine şikandin. Ev kiryara hêzên çekdar ên Azerbaycanê li dijî rûmeta gelê Ermenîstanê yê sivîl, mafê jiyan û mal û milkê, binpêkirina jiyana aştiyane û ewle ya gel, mafê parastina laşî û derûnî ye. Ev maf di qada navneteweyî de bi Destûra Bingehîn a Komara Ermenîstanê tên naskirin û garantîkirin.