
Servîsa çapemeniyê ya Wezîreta Derve ya Amerîkayê bi boneya yekemîn salvegera ragihandina agirbesta di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de daxuyaniyek da û bi taybetî wiha tê gotin:
“Vê hefte, Amerîka û civaka navdewletî salvegera yeksalî ya agirbestê nas dikin, ku dawî li şerê dijwar ê 44 rojan di navbera hêzên Ermenî û Azerbeycanê de li Başûrê Kafkasyayê anî.
Em sersaxiyê ji malbatên kesên ku di şerê sala borî de şehîd û birîndar bûne reh dixwazin.
Em banga vegerandina hemû girtiyên şer ên mayî, diyarkirina nasnameya hemû windayan, vegerandina bi dilxwazî ya awareyan bo malên xwe, pûçkirina mirovahî ya berfireh ji herêmên şer û pevçûnan û dabînkirina gihandina rêxistinên mirovî yên navdewletî ji kesên hewcedar re dikin. Em bang dikin ku derbarê binpêkirinên mafên mirovan û hiqûqa însanî de lêpirsîn bê vekirin.
Dewletên Yekbûyî ji bo pêşvebirina pêşerojek ewle, aram, dewlemend û aştiyane li Kafkasya Başûr pabend dimîne. Erîca Olson, cîgira alîkara wezîrê derve yê Amerîka bo karûbarên Ewropa û Avrasyayê, niha li herêmê ye û li ser mijarên dualî bi her sê welatan re gotûbêj dike û derfetên hevkariyên navçeyî dinirxîne. “Em bang li Ermenistan û Azerbaycanê dikin ku di bin sîwana Hevserokatîya Koma Mînskê de ji bo dîtina çareseriyên berfireh ji bo hemû mijarên bi kêşeya Nagorno-Karabaxê an jî encamên wê re têkildar in, tevlêbûna xwe xurtir bikin.”