PoliticsTop

Garantîkirina mafê ermeniyên Artsaxê ku li welatê xwe bi ewle bijîn, di bin desthilatdariya Azerbaycanê de ne mimkûn e

Wezareta Derve ya Komera Ermenistanê derbarê bidawîkirina şerê 44 rojî di sala 2020an de daxuyaniyek da. bi boneya salvegara 9’ê çirya paşin ya salekê.

“Di sala 2020 de. Di 9ê çirya paşin de bi navbeynkariya serokomarê Rûsyayê deklerasyona sêalî ya li ser rawestandina şer li herêma nakok ya Artsaxê hat îmzekirin û hêzên aştîparêz a Rûsyayê hatin bicihkirin.

Em îro dîsa serî li ber wan ermeniyên leheng ên ku ji bo xatirê gelê ermenî canê xwe feda kirine, ditewînin.
Di encama şerê 44 rojî de, hejmarek ji navçeyên Artsaxê ji aliyê etnîkî ve hatin paqijkirin, 40,000 kes ji mal û milkên wan hatin bêparkirin, zêdetirî 17,000 avahî û binesaziyên sivîl hatin wêrankirin, bi sedan sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, û çarenûsa gelek kesan ne diyar e.

Ermenîstan û Artsaxê bi berdewamî xalên daxuyaniya sêalî bi cih anîne.Azerbaycanê hê xala 8emîn a daxuyaniya 9ê çirya paşin bi cih neaniye û gelek girtiyên ermenî yên şer, rehîn û girtiyên din dîl girtine.

Binpêkirina agirbestê ji aliyê hêzên çekdar ên Azerbaycanê ve di daxuyaniyeke sêalî de bi rêkûpêk e û ne tenê bi armanckirina Hêzên Çekdar ên Ermenîstanê, çeperên Artêşa Parastina Artsaxê, lê her wiha cihên aştiyane û sivîlan jî tê binpêkirin.

Ermenistan amadeyiya xwe ji bo pêkanîna hewlên pratîkî ji bo aramkirina herêmê û vekirina serdema pêşveçûna aştiyane dubare dike. Di heman demê de ji bo bibandorbûna pêvajoyê pêwîst e Azerbaycan bibe xwedî helwesteke avaker, dev ji siyaseta xwe ya dij-ermenî, gotinên êrîşkar û kiryarên xwe berde.”



Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button