PoliticsTop

Ermenistan siyaseta derve çawa dimeşîne? Ararat Mîrzoyan şîrove kir

Têkiliyên Ermenîstanê bi Federasyona Rûsyayê re hevalbendî ne, razm pêkhateyek girîng a hevkariya me ya piralî di warê leşkerî-siyasî, ewlehî, aborî, enerjî, binesaziyê, mirovahî û çandî de ye. Wezîrê Karên Derve yê Komera Ermenistanê Ararat Mîrzoyan di hevpeyvîna xwe ya li gel kovara “Nouvelles d’Arménie” de ev tişt got.

Li gor wî, di heman demê de, Ermenistan giringiyê dide pêşxistina hevkariyê bi Yekîtiya Ewropayê û welatên endamên YE re di aliyên cuda de, li ser bingeha nirxên hevbeş ên demokratîk û sûdmend ji hev re.

Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan wiha got: “Hevkariya Rojhilat ji bo hevkariyê jî platformeke pir xurt e. Em tevlêbûna xwe ya aktîf didomînin û ji bo xurtkirina tevkariyê û kûrkirina hevkariyê dixebitin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button