All NewsPoliticsTop

Astengkirin nikare li ser hesabê ewlekarî û serweriya Komara Ermenîstanê pêk were. Cîgirê Wezîrê Derve

Pêvajoya rakirina blokên herêmê nikare li ser hesabê ewlekarî, serwerî û berjewendiyên jiyanî yên Ermenistanê pêk were. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, cîgirê wezîrê karên derve yê Komara Ermenîstanê Vahê Gêvorgyan di civîna hevpar a komîteyên daîmî yên li Meclisa Neteweyî de li ser vê yekê di dema gotûbêjkirina projeyasaya bûdceya dewletê ya sala 2022an de piştrast kir.

“Rakirina blokên herêmê di heman demê de bingeha afirandina atmosfera pêkvejiyana aştiyane û sûdewar li herêmê ye.” Ji vî alî ve cîbicîkirina bendên daxuyaniya sê alî ya 11ê Çileya 2021ê girîng e. Pêkanîna bi bandor a pêvajoya rakirina blokan li herêmê pêkan e, eger hemû aktor helwesteke avaker nîşan bidin û gavên pratîk bavêjin. Di heman demê de, divê were destnîşankirin ku ev pêvajo nikare li ser hesabê ewlehî, serwerî û berjewendîyên jiyanî yên Komara Ermenistanê pêk were.” -got cîgirê wezîr.

Alîkarê wezîr destnîşan kir ku Komara Ermenîstanê dê bi hevkariyên xwe yên navneteweyî re di her warî de ji bo ku pêşmercên pêwîst hem di warên dualî û hem jî piralî de biafirîne, hevkariyên xwe yên sûdmend kûr û berfirehtir bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button