SocietyTop

Sêreng dîtin, xeberê pîs kirin. Keça ermenî Dîana Martîrosyan li Moskovayê li sê mêrên azerî xist

Îro li Moskowayê keça ermenî Dîana Martîrosyan 3 xortên azerî yên serxweş xist. Dîana 23 salî ye, bi hunerên şerî yên bê rêgez re mijûl dibe, 9 xelatê û gelek dîplomeyên wê hene. Ev ji hêla yerkramas.org ve hate ragihandin.

Azerî 23, 19 û 24 salî bûn. Bûyer li herêma yek ji metroyên Moskowê qewimî.

Dîana ji salona werzîşê vedigeriya malê, cilekî werzişî û çenteyekî bi ala Ermenîstanê li xwe kiribû, azeriyên serxweş, sêreng dîtin, dest bi xeberên pîs li wê kirin, paşê Dîana li wan xist. Azerî gîhandin nexweşxaneyeke nêzîk.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button