
Di 2’ê çirya paşin de, Balyoza Komera Ermenistanê ya li Şitatên Amerîkayê Lîlît Makûnts û dehan zêdetir endamên Komîteya Karûbarên Ermeniyan a Kongreyê li avahiya Kongreyê civyan. Li ser vê yekê rûpela Facebookê ya Balyozxaneya Komera Ermenistanê ya li Amerîkayê agahdar dike.
Balyoz Makûnts spasiya endemê Kongrêyê kir ji ber piştgiriya berdewam a Ermenîstanê, mijarên ku gelê Ermenî eleqedar dikin û di kongreyê de biryarên alîgirê Ermenîstanê hatin qebûlkirin. Bi taybetî jî di derbarê qebûlkirina biryarên li ser naskirina Fermana Ermeniyan û şermezarkirina êrîşa ku ji aliyê Azerbaycanê ve li dijî gelê Artsaxê hatiye kirin û bi însiyatîfên qanûnî yên têkildar re.
Balyoz Makûnts bernameya reformên demokratîk ên ji aliyê hikûmeta Ermenîstanê ve tên meşandin, rojeva têkiliyên Ermenî-Amerîkî, pirsgirêkên heyî yên ewlekariya herêmê ji kongreyê re pêşkêş kir.