PoliticsTop

Wezîrên parastinê yên Ermenistan û Gurcistanê li ser bernameyên hevkariyê gotûbêj kirin

Heyetek di bin serokatiya Wezîrê Parastina Gurcistanê Cûanşêr Bûrçûladzê de di 2’ê çiriya paşin de bi serdaneke fermî ya du rojan hate Ermenîstanê.

“Piştî merasima pêşwaziya fermî ya wezîrê parastina Gurcistanê, serokên wezaretên parastinê yên her du welatan gotûbêjeke taybet kirin û piştre bi şandên berfireh re hevdîtin pêk hat.”

Wezîrê Parastina Ermenîstanê bi xêrhatina mêhvan kir û rewşa sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê pêşkêş kir. Di hevdîtinê de her du alî tekez li ser pêwîstiya aştiya tam û pêşveçûna statîk li navçeyê kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button