
Roja 2ê çirya paşin wezîrê derve ya Komera Ermenistanê Ararat Mîrzoyan pêşwaziya cîgira alîkara wezîrê derve yê Amerîkayê Êrîka Olson kir. Wezîr Mîrzoyan bi bona destbiserkirina wî postî pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Ararat Mîrzoyan û Êrika Olson gelek mijarên girêdayî têkiliyên Ermenistan-Amerîka gotûbêj kirin û kêfxweşiya xwe ji dînamîkên erênî yên diyalogê yên di astên cuda de anîn ziman.
Hevpeyvîn di warên pêşxistina demokratîk, xurtkirina serweriya hiqûqê, parastina mafên mirovan û têkoşîna li dijî gendeliyê de hevkariya bi bandor kirin. Her wiha behsa gavên hevpar ên ku di çarçoveya Diyaloga Stratejîk a DYA-Ermenîstanê (USASD) û bernameyên USAID li Ermenîstanê de bên avêtin, kirin.
Di hevdîtinê de, di derbarê asayîş û aramiya navçeyê de nêrînên xwe danustandin. Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya çareseriyeke berfireh a problêmên Nagorno Qerebaxê di çarçoveya erkê hevserokên Koma Mînskê de kirin.