Di Çile-Îlona 2021an de hinardekirina madeyên ne xam ji Ermenîstanê bi qasî 30% zêde bû. Wezîrê Aboriyê Vahan Kêrobyan roja 2ê çirya paşin di rûniştina hevbeş a komîteyên daîmî yên parlamentoyê de di dema gotûbêjkirina bûdceya dewletê ya sala 2022an de ev tişt got.
Bi gotina wî, ji ber zêdebûna nirxa sifir a cîhanê, hinartina madeyên xam jî zêde bûye. Kerobyan wiha got: “Desteya bîmeya hinardekirinê ya dewletê bîmeya girêbestên hinardekirinê bi awayekî berçav zêde kiriye û îsal qebareya wê dê bigihje 50 milyar diraman.